Mijdar 26, 2021 12:39 Asia/Tehran
  • Partiya opozîsyonê daxwaza îstifakirina Erdogan dike

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Midhat Sancar bang li hikûmeta Erdogan kir ku di zûtirîn dem de îstifa bike.

Li gorî rapora ajansa nûçan a KurdPress`ê, Midhat Sancar, hevserokê HDPê herwiha got: Eger hikûmeta Tirkiyê dest ji kar bernede, divê hemû aliyên opozisyonê proje qanûnek bo hilbijartinên pêşwext pêşkêşî parlamenta Tirkiyê bikin. "

Sancar piştî civîna awarte ya li gel endamên partiyê got: “Di civîna awarte ya îro de me behsa rûxandina hikûmetê kir. Ne tenê aboriya welat têk diçe, pergala civakî û siyasî ya welat jî têk diçe.”

Hevserokê HDPê Her wiha bang li hemû hêzên mûxalîf, rêxistinên civakî, sendîkayên karkerî û yekitî û tevgerên mafên jinan kir ku di nava têkoşîneke hevpar de bi rêxistin bibin.

Sancar got, "Hikûmeta Tirkiyê li ser sê hêmanan ava bûye: şer, alîgir û rant." Çavkaniyên malî ku hikûmet ji alîgirên xwe re vediqetîne û şer û rantê welat ber bi wêraniyê ve biriye.

Ev gotinên Sancar di demekê de tên ku Tirkiye li dijî siyaseta hikûmeta Receb Teyib Erdogan û qeyrana aborî rastî nerazîbûnên gelanî berfire hatiye.

Gelê Tirkiyê beriya niha li bajarên mezin ên Enqere û Stenbolê daketin qadan û nerazîbûna xwe li hember daketina bêmînak a nirxê lîre û aloziyên aborî yên welat diyar kirin.

Serepeyv