Mijdar 23, 2021 22:12 Asia/Tehran
  • Davutoglu bo Erdogan: Pêwîst e Tirkiye ji vê lobiya nezan a giran xilas be

Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu, bersiva Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan da ku gotibû “Em dê welatê xwe ji vî şerê aboriyê bi serkeftin derxînin” û got, “Pêwîst e Tirkiye ji vê lobiya nezan a giran rizgar bibe.”

Recep Tayyip Erdogan duh piştî civîna Kabîneyê got, “Me çawa welatê xwe ji hewqas kemîn û karesatan xilas kir, em dê bi alîkariya Xwedê û piştgiriya xelkê xwe ji vî şerî aboriyê jî bi serkeftin derxînin.”

Ahmet Davutoglu li ser hesabê xwe yê Twitterê bersiva gotinên Erdogan da û got, “Navê şerê ku desthilata Erdogan-Bahçeli ji bo li ser desthilatê bimînin welêt hildiweşînin û didin, ne `şerê rizgariya aboriyê` ye. Ev lobiya nezan ku her daxuyaniyeke wan bandora roketeke ku bo aboriyê hatibe avêtin dike, êdî pirsgirêkeke ewlekariyê ya neteweyî ye. Divê bê lêkolînkirin ka bo kê kar dikin.”

Serokê Partiya Devayê Alî Babacan jî Erdogan rexne kir û got “Niha li welatê me şerê rizgariya aborî nîne. Di destê rêveberiyên xerab de lîreyek Tirkî ya daketî ye, Tirkiyeyeke bêrûmet heye”

Herwiha Serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu jî got: “ Pirsgirêkên ku em bi gotina 'Şerê Rizgariya Aborî' dijîn ji holê ranabin, berovajî pirsgirêkên me kûrtir dibin. Ji vê re rêveberiya aborî nayê gotin; herî baş ew "rêveberiya têgihîştinê" ye!”

Piştî Banka Navendî 18ê Mijdarê rêjeya faîzê puanek daxist lîreyê Tirkî li hember dolar nirxê xwe ji dest da û ji 10.60 lîreyan bû 11.00 lîre. Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan duh piştî civîna Kabîneyê got, ew dê li ser siyaseta daxistina faîzê berdewam bin. Axaftinên Erdogan bûne sedema zêde daketina nirxê lîreyê Tirkî.

Piştî axaftinên Erdogan îro Sêşembê 23ê Mijdara 2021ê lîreyê Tirkî li hember dolar bi tundî daket û dolarek gehişte 13.35 lîreyan û euroyek gehişte 15.00 lîreyan.

Serepeyv