Piştî ku her Dolarek bû 13.35 Lîreyê Tirkî Erdogan ligel serokê Banka Navendî civiya
Mijdar 23, 2021 21:28 Asia/Tehran
Piştî daketina nirxê lîreyê Tirkî li beramber dolarê Amerîkî û diravên biyanî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan ligel Serokê Banka Navendî yê wî welatî Şahap Kavcıoglu civiya.
Li gor zanyariyên di medya Tirkiyê de hatine belavkirin îro 23ê Mijdara 2021an Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan li gel Serokê Banka Navendî yê wî welatî Şahap Kavcıoglu civiya. Ev civîn di demekê de ye ku îro Sêşemê 23ê Mijdara 2021ê piştî axaftinên Erdogan lîreyê Tirkî li hember dolar bi tundî daket û her dolarek gehişte 13.35 lîreyan û euroyek gehişte 15.00 lîreyan.
Heta niha derbarê hûrguliyên wê civîna Erdogan ligel Serokê Banka Navendî ya Tirkiyê de ti daxuyanî nehatine belavkirin.