Mijdar 22, 2021 19:36 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirkiyê li Bedlîsê dest bi operasyoneke nû li dijî PKKê kir

Artêşa Tirkiyê li sînorê parêzgeha kurdnişîn a Bedlîsê operasyona “Eren Zivistan-7” li dijî PKKê destpê kir. Ev di demekê de ye ku Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê dîdia dike ku hejmara hêzên PKKê daketiye bin 180ê kesan.

Li gor daxuyaniyekê ku îro Duşemê 22ê Mijdara 2021ê ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve hatiye belavkirin, operasyona bi navê “Eren Zivistan-7” vê sibê bi beşdarbûna 680 çekdarên hêzên ser bi Fermandariya Cendirme, polîsên taybet, komando û gundparêzan (kirgirtiyên xwecî) destpê kiriye ku ji 38 tîmên cuda pêk hatine.

Bi hatina demsala zivistanê li nav Tirkiyê operasyonên “Eren Zivistan” dijî şervanên PKKê destpê kirine. Operasyona yakam a bi navê  “Eren Zivistan-1” roja 9ê Cotmeha 2021ê li devera Besta ya sînorê parêzgeha Şirnexê bi beşdarbûna 1550 çekdarên hêzên ser bi Fermandariya Cendirme, polîsên taybet, komando û kirêgirtiyên xwecî destpê kir ku ji 121 tîmên cuda pêk hatibûn û niha piştî 6 operasiyonên wiha ya 7ê hatiye despêkirin. 

Operasyonên Tirkiyê li nav wî welatî zêdeyî çar meh e bi navê operasyonên “Eren” li 15 navçeyên cuda yên sînorê parêzgehên Amed, Mêrdîn, Dêrsim, Şirnex, Colemêrg, Agirî, Bedlîs, Îdir, Qers, Erdexan û çend navçeyên din ên parêzgehên kurdan destpê kirine.

Serepeyv