Mijdar 21, 2021 23:18 Asia/Tehran
  • Opozisyona Tirkiyê: Çareseriya krîzê hilbijartin e

Daketina bi lez a nirxê lîreyê Tirkî partiyên opozisyonê bo egera pêkhatina hilbijartineke pêşwext xistiye amadebaşiyê. Ji ber vê yekê jî wan mîtîngên xwe li bajarên cuda zêde kirine.

Kemal Kiliçdaroglu, Serokê CHPê, diyar dike, “Eşkere ye ku desthilata koşkê hemû eqlê xwe ji dest daye û welat ber bi xeteriyê ve dibe. Rêvebirê Banka Navendî Erdogan, bi hewldanên xwe yên dawî li ser tunekirina nirxê lîreyê me yê tirkî berdewam e. Dolar 11 lîre derbas kir. Ti kes nizane dê zêdetir bi ku ve biçe jî. Lê em fêrî vê rewşê nabin.”

Herwiha eva di demekê de ye ku Seroka ÎYÎ Partiyê ku hevpeymana CHPê ye dibêje çareserî li cem wan e û tenê piştgiriya gel pêwîst e.

Meral Akşener, Seroka ÎYÎ Partiyê, radigihîne, “Me guh da gelê xwe. Em pirsgirêkan dizanin û çareseriyên me jî amede ne. Berî hemû tiştekê em dê Tirkiyê ji vê sîstemê rizgar bikin ku giranî aniye. Em dê bi rêya sîstemeke başkirî û bêhêzkirî ya parlamenteriyê îradeya gel vegerînin.”

Partiya Tevgera Netewperest (MHP) ku hevpeymana AKPê ye dest bi mîtîngan kiriye û li beramber nerazîbûna gel a li dijî krîza aborî ya Tirkiyê, behsa deskeftên berê û şerê PKKê dike.

Yaşar Yildirim, Alîkarê Serokê MHPê, diyar dike, “Tirkiye bûye yek ji welatên bi ewle, lê nîgeraniya me ji sîyasetmedarên me bixwe ye. Me rêxistinên terorî ji sînorên xwe derxistin, ji Sûriye û Iraqê. Niha sûda yekitî û hevgirtinê heye. Eger em wiha nekin dê rûbrûyî pirsgirêkan bibin.”

Krîza aborî û daketina berdewam a nirxê lîreyê tirkî û herwiha şandina leşkeran bo derveyî welat, guvaşeke zêde li ser hikûmetê pêk aniye.

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş jî ku di zîndanê de ye, ji ber daketina nirxê Lîreya Tirkî rewşa rêveberiyê ya li Tirkiyê gelekî giran û xirab nirxand û bang li gelê Tirkiyê kir ku ji bo çareseriyê hilbijartinên pêşwext pêk bînin.

Serepeyv