Mijdar 21, 2021 22:50 Asia/Tehran
  • Karamollaoglu bersiva na da pêşniyara Erdogan ya derbarê beşdarîkirina partiya wî di Tifaqa Cumhur de

Serokê Partiya Seadetê Temel Karamollaoglu got: “Teyib beg bi asanî hilbijartineke pêşwext nake ya ku bizanibe nikare biserkeve. Ji ber wê ez niha bawer nakim ku hilbijartineke pêşwext bibe lê heta wexta xwe jî namîne.”

Temel Karamollaoglu derbarê hevdîtina ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, ji medya Tirkiyê re axifî.

Temel Karamollaoglu û Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan berî hefteyekê civiyabûn û li ser tifaqa partiyan axifî bûn. Karamollaoglu piştî hevdîtinê ragihand, Erdogan ji wî daxwaz kiriye beşdarî Tifaqa Cumhur bibin û wî jî red kiriye û herwiha naveroka hevdîtinê jî eşkere kiribû.

Erdogan piştî daxuyaniya Karamollaoglu got: “Tenê sîstema 50+1 rast e, tiştên din ne rast in.” Karamollaoglu bersiva Erdogan da û got: “Min çi rast negotiye bila ew eşkere bike. Civîneke dostane bû û em bi aramî axifîn. Ji me daxwaz kir em beşdarî Tifaqa Cumhur bibin, lê min red kir.”

Karamollaoglu got: “Îtiraza me li ser wê bû ku sîstem nayê kontrolkirin. Em di nav sîstemeke ku neyê kontrolkirin cî nagrin. Em berî hilbijartinan jî li ser Sîstema Serokatiyê axifîn û min wê demê jî heman bersiv da.”

Karamollaoglu derbarê rewşa aborî de ku bi Erdogan re çi axifîne got: “Min derdên xelkê jê re gotin. Got; `Na, hemû kes memnûn e`. Haya Erdogan ji qeyrana li Tirkiyê nîne.”

Serepeyv