Hûrgilîyên gotûbêja telefonî ya Bênêt û Erdogîn
Mêdyayên israyîlî hin hûrgilîyên peywendîya telefonî ya Serokwezîrê Rêjîma Sîyonîst û Serokomarê Tirkîyê aşkira kirin.
Mêdyayên israyîlî ragihandin : Receb Teyîb Erdogan Serokomarê Tirkîyê di peywendîya telefonî ya tev Neftalî Bênêt Serokwezîrê Israyîlê da, pêgirî ser meyla xwe ya xurtkirina peywendîyên di navbera her du alîyan da kir.
Ew peywendîya telefonî 15 xulekan berdewam bûye û di vê axavtinê da Erdogîn mijara dosîya Filistînê hilêxistîye lê Bênêt qet xwe ser va nebirîye.
Duh bi dû azadkirina jin û mêrekî israyîlî ku bi tawana sîxorîyê li nêzîkî cihê mayîna Erdogîn li Tirkîyê hatibûn desteserkirinê, Neftal Bênêt bi rêka telefonê bi Receb Teyîb Erdogan ra ket têkilîyê.
Nivîsgeha Serokwezîrtîya Rêjîma Sîyonîst di daxûyanîyekê da ragihand ku Bênêt ji ber azadkirina jin û mêrê israyîlî sipasî kir.
Li gorî vê daxûyanîyê eva yekem peywendîya vî cureyî di navbera serokwezîrekî Israyîlê û Serokomarê Tirkîyê da ji sala 2013ê va ye.