Mijdar 18, 2021 22:55 Asia/Tehran
  • Tirsa Erdogan ji serketina Oposîsiyona Tirkiyê li Hilbijartinên Pêşerojê

Serokomarê Tirkiyê serkeftina opozîsyonê di hilbijartinên pêşber de sedema çêbûna tevlîhevî û kaosê li wî welatî bi nav kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Mêhr News`ê, Receb Teyib Erdogan serokomarê Tirkiyê û serokê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ku di civîna partiya xwe de diaxift, amaje bi vê yekê kir ku lîstikên Partiya Komarî ya Gel(CHP) a opozisyona sereke ji bo Tirkiyê ziyanê tîne.

Erdogan destnîşan kir ku lîderên CHPê lîstikeke dane despêkirin ku ji bo wan bi fêde xuya dike, lê bi heman awayî zirarê dide welêt.

Ji ber ku rewşa aborî ya Tirkiyê her diçe xerabtir dibe, anketên raya giştî kêmbûna qedir û qîmet û populerbûna AKP'ê nîşan didin.

Biryar e di 18ê Hezîrana 2023an de hilbijartinên parlamentê û serokomariya Tirkiyê bên kirin. Lê medyaya Tirkiyê di wê baweriyê de ye ku atmosfera hilbijartinê ji zû de li welêt serdest bûye.

Serepeyv