Mijdar 18, 2021 11:59 Asia/Tehran
  • Hêzên ewlehiya Tirkiyê li deverên kurdî 44 kes bi tometa qaçaxtiya koçberan binçav kirin

Li deverên kurdî yên Tirkiyê 44 kes bi tometa qaçaxtiya koçberan hatin binçavkirin. Di operasyonan de 304 koçber jî hatin desteserkirin.

Hêzên ewlekariya Tirkiyê, li dijî qaçaxtiya koçberan li bajarên Bidlîs, Wan, Sêrt, Batman û Mûşê operasyon encam dan.

Li gor agahiyan, 44 kes hatin binçavkirin ku bi rêkxistina qaçaxtiya koçberên biyanî tên tometbarkirin.

Di operasyonan de, 304 koçberên Efxan û Pakistanî jî hatin desteserkirin.

Serepeyv