Mijdar 17, 2021 16:47 Asia/Tehran
  • Danûstandinên di navbera şandeya leşkerî ya Tirkiye û rayedarên leşkerî yên Amerîkayê de

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku şandeke wan ji bo gotûbêjên li ser mijara firokeyên F-16 li Amerîkayê ye.

Duh 15ê Mijdara 2021an  di parlamenta Tirkiyê de li ser pêşniyarnameya bûdceya sala 2022an gotûbêj hatin kirin û ew pêşniyara budceyê ji aliyê Komîsyona Budce û Plandanînê ya parlamentê ve hat qebûlkirin.

Di axaftina xwe ya di komîsyonê de Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar ragihand ku şandeke ser bi Wezareta Berevaniyê ve ji bo gotûbêjên li ser mijara firokeyên şer ên F-16 li Amerîkayê ye.

 Wezareta Berevaniya Neteweyî ya Tirkiyê jî di malpera xwe de ragihandiye ku di civîna şandên leşkerî yên her du welatan de, mijarên dualî û mijarên ewlekariya herêmê hatin gotûbêjkirin û her du aliyan herwiha li ser berdewamkirina danûstandinan li hev kirin û biryara dewra din a danûstandina li Enqerê berdewam bike.

Tirkiyê ji bo kirîna firokeyên F-35 4.5 milyar dolar dabûn Amerîkayê, lê Amerîkayê ji ber kirîna sîstema berevaniyê ya S-400 ji Rûsyayê, Tirkiye ji bernameya F-35an derxistibû.

Tirkiye jî dixwaze li şûna firokeyên F-35 bi bihayê pereyê ku razandiye firokeyên F-16 ji Amerîkayê bikire. Tevî vê daxwaza Tirkiyê hinek alî li Amerîkayê naxwazin welatê wan wî corê firokeyan jî bifiroşe Tirkiyê.

Peywendiyên Enqere û Waşingtonê di salên dawî de piştî darbeya 15ê Tîrmeha 2016an, ji ber piştgiriya Amerîkayê ji YPGê re li Sûriyê, kirîna sîstema berevaniya mûşekî ya S-400 ji aliyê Tirkiyê, geşedanên li Rojhilatê Deryaya Spî, pirsgirêkên mafên mirovan û herî dawî jî Ji ber 10 daxwazên Balyozê Rojava, Amerîka jî di nav de, ji bo serbestberdana Osman Kavala ku Erdogan serokomarê Tirkiyê ew weke mirovên nexwestî dan naskirin, bi tundî aloz bûne  û ev rewş berdewam dike.

Serepeyv