Li hember Dolarê Amerîkî daketina lîreyê Tirkî berdewam e
Li Tirkiyê daketina lîreyê Tirkî li hember dolarê Amerîkî rekoreke nû tomar kir û dolarek gehişte 10.44 lîreyan.
Li Tirkiyê dem bi dem li hember dolarê Amerîkî daketina lîreyê Tirkî berdewam e û 17ê Mijdara 2021ê dolarek gehişte 10.44 lîreyan.
Lîreyê Tirkî her diçe nirxê xwe ji dest dide û di meha vê dawiyê de li hember dolar %10 zêdetir nirxê xwe ji dest daye. Sedema herî mezin a ji dest dana nirxê lîreyê Tirkî, daxistina rêjeya faîzê ji aliyê Banka Navendî û têkçûna aborî ye.
Daketina lîreyê Tirkî li hember dolarê Amerîkî her diçe berdewam dike û nûçeyên baş ên wekî daketina rêjeya bêkariyê jî nikarî atmosfera psîkolojîk a ji ber kêmbûnê nirxê Lîreyê Tirkî ji holê rakin.
Banka Navendî ya Tirkiyê dê roja Pêncşemê18ê Mijdara 2021ê jî bicive û derbarê faîzê de biryareke nû bide. Tê çaverekirin rêjeya faîzê bê daxistin. Pispor dibêjin daxistina rêjeya faîzê dê bibe sedem ku lîreyê Tirkî zêdetir nirxê xwe ji dest bide.