Wezîrên berevaniyê yên Tirkiye û Rûsiyê derbarê Sûriyê bi riya telefonê axivîn
Mijdar 16, 2021 08:54 Asia/Tehran
Wezîrên berevaniyê yên Tirkiye û Rûsiyê derbarê rewşa heyî ya Sûriyê bi hev ra şêwirîn.
Li gorî rapora Mehr Newsê, Wezîrên berevaniyê yên Tirkiye û Rûsiyê, Xulûsî Akar û Sêrgêy Şoygo derbarê rewşa niha ya Sûriyê û pirsgirêkên berevanî û ewlehiyê yên dualî û navçeyî bi riya telefonê axivîn.
Hûrgiliyên vê gotûbêja telefonî û lihevkirinên ihtimalî navbera Wezîrên berevaniyê yên Tirkiye û Rûsiyê derbarê Sûriyê hîn nehatine weşandin.