Mijdar 14, 2021 15:13 Asia/Tehran
  • Tirkên nijadperest li Parîsê êrişî gora Ahmet Kaya kirin

Li Parîsa paytexta Fransayê, tirkên nijadperest ku piraniya wan endamên Koma tundrew a Gurên Gewr in êrîşî gora hunermendê Kurd Ahmet Kaya kirin û li ser gora wî “Tirkiye” nivîsandin.

Çend tirkên nijadperest li Goristana Père Lachaise ya li Parîsê, gora hunermendê Kurd Ahmet Kaya têk dan.

Di dîmenên ku li ser sosyal medyayê hatine belavkirin tê dîtin nivîsên ser gorê hatine xirabkirin û li ser gorê “Turkiye” hatiye nivîsandin.

Saziyên fermî yên Fransayê heta niha derbarê bûyerê de ti daxuyanî nedane.

Hunermendê Kurd Ahmet Kaya, ji ber ku gotibû ez ê straneke Kurdî tomar bikim sala 1999an li ser zextên dewletê ji Tirkiyê derketibû û çûbû Parîsê.

Ahmet Kaya 16ê Mijdara 2000an li Parîsê canê xwe ji dest dabû û bi merasîmeke berfireh li Goristana Père Lachaise hatibû veşartin.

Serepeyv