Mijdar 13, 2021 21:46 Asia/Tehran
  • Macron: Divê Tirkiye çeteyên xwe ji Lîbyayê vekişîne

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron tekez kir ku divê Rûsya û Tirkiye bêyî derengmayînê çeteyên xwe ji Lîbyayê vekişînin.

Serkirdeyên Fransa, Lîbya, Almanya, Îtalya û Misirê û herwiha cîgira serokê Amerîka ji bo ku piştgirîya hilbijartina plankirî ya 24ê Mijadrê û hewlên derxistina hêzên biyanî ji Lîbyayê xurt bike li Parîsê konferansek lidar xistin.

Piştî konferansê civîneke çapemeniyê hat lidarxistin û Serokkomarê Fransayê got “Pêwîst e plana vekişîna çeteyan were pêkanîn. Divê Rûsya û Tirkiye bêyî ku dereng bikeve çeteyên xwe vekişînin, ku hebûna wan îstiqrar, ewlehiya welat û tevahiya herêmê dixe xeterê."

Macron ragihand ku wê 300 çekdarên ku ji bo Xelîfe Hefter şer dikin wek "gava yekem" derkevin.

Di heman mijarî de, serokkomarê Fransa diyar kir ku di konferansê de tekezî li ser piştevaniya tam ji proseya aştiyê li Lîbyayê kir.

Hêzên li Parîsê biryar dan ku "kes an sazî, li hundur an derveyî Lîbyayê, ku dibe ku hewl bidin pêvajoya hilbijartinê û veguheztina siyasî asteng bikin, xera bikin, manîpule bikin an jî sexte bikin" dikarin bi cezayan re rû bi rû bimînin.

Li aliyê din Seroka wezîran a Almanyayê Angela Merkel jî di civîna çapemeniyê ya ku li Parîsê hat lidarxistin de got "Gelek nerazîbûnên Tirkiyê hene. Tiştek baş e ku em vekişîna yekem bibînin, dê bibe mînak."

Serepeyv