PKK: Di bomberdûmana Metînayê de tiştek bi hêzên me nehatiye
Mijdar 13, 2021 20:57 Asia/Tehran
Baskê leşkerê yê PKKê diyar kir ku artêşa Tirkiyê di 8 û 9’ê Mijdarê de herêma Metînayê ya Herêma Kurdistanê bomberdûman kiriye û di vê bomberdûmanê de tiştek bi hêzên wan nehatiye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PKK’ê diyar kir ku di 8 û 9’ê Mijdarê de qada Gundê Şêlazê ya herêma Metînayê ji aliyê balefirên şer 13 caran hatiye bomberdûmankirin.
PKKê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku çapemeniya Tirkiyê îdia kir 4 şervanên PKKê hatin kuştin, lê ev îdîa ne rast e. PKK’ê dibêje ku di bomberdûmanê de tiştek bi hêzên wê nehatiye.
PKK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku artêşa Tirkiyê di 11’ê Mijdarê de bi obus û hawanan li gundê Dêşîşê û qada Koordînyê daye û di 9 û 12’ê Mijdarê de jî helîkopter li ser Avaşînê geriyane.