Daxuyaniya Dawiyê ya Civîna Konseya Tirk
Heştemîn Lûtkeya Bilind a welatên Tirk (Konseya Tirk) li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê bi daxuyaniyekê bi dawî bû.
Li gorî kanala televîzyonî ya Tirkiyê TRT, di daxuyaniya dawî ya civînê de behsa guhertina navê konseyê wek "Rêxistina Welatên Tirk", "Pşeroja Cîhana Tirk a 2040" ku ji aliyê Serokomarê berê û Damezrînerê Qazaxistanê Nursultan Nezerbayev ve hatibû pêşkêşkirin, wek Belgeyek stratejîk ku hevkariya pêşerojê ya welatên Tirkiyê yên xwedî berjewendiyên hevpar di warên cuda de bi rêve dibe, hatiye qebûlkirin..
Di beşeke din ya daxuyaniyê de hatiye: Di rûniştina heştem ya encûmenê de biryar hat dayîn ku di warê rûbirûbûna terorîstan, tundrewî, cudaxwazî, nijadperestî, cudahî, biyanîtirsî, îslamofobî, hemahengiya pêwîst di navbera welatên endam de, li ser asta navneteweyî pêk were.