Mijdar 13, 2021 17:34 Asia/Tehran
  • Nêzîkî 10 lîreyên Tirkî bû dolareke Amerîkî

Çavkaniyên nûçeyan duh ragihandin ku Lîreyê Tirkî daket asta herî nizim.

Li gor raporta Reutersê, Lîreyê Tirkiyê roja Îniyê li hember siyaseta diravî ya vî welatî piştî kêmkirina rêjeyên faîzê ji aliyê banka navendî ya Tirkiyê, gihîşt asta herî nizim li hember dolarê amerîkî.

Dolarê Amerîkî roja Înê li piyaseyên Tirkiyê bi 9 lîre û 92 qroşî hat firotin û ev rekoreke nû bû.

Lîreyê Tirkî ku îsal di nav diravên biyanî yên di bazarên nûhatî de herî xirab derketiye holê, di 5 salên borî de du-sêyekê (2/3) nirxê xwe ji dest daye û ligel zêdebûna enflasyonê, dahata gelê Tirkiyê gelekî kêm kiriye û piraniya xelkê vî welatî belengaz û feqîr kiriye.

Serepeyv