Mijdar 13, 2021 08:53 Asia/Tehran
  • Fezleke ji bo 14 parlamenterên HDPê hatin amadekirin

Ji bo rakirina parêzbendiya 16 parlamenterên HDPê û DBPê 19 fezleke bo Serokayetiya Parlamenta Tirkiyê  hatin şandin.

Li gor agahiyên ku di medyaya Tirkiyê de belavbûne ji bo rakirina parêzbendiya çend  parlamenteran 19  fezkleke bo serokayetiya parlamentê hatine şandin.

Ji van fezlekeyan 16 derbarê 14  parlamenterên HDPê, 2  derbarê Hevseroka  Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Saliha Aydeniz û yek jî derbarê Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk de hatiye amade kirin.

Parlamenterên ku ji bo rakirina parêzbendiya wan derbarê wan de fezleke hatine amadekirin wiha ne: Hevserokê KCDê Berdan Ozturk, Hevseroka DBPê Saliha Aydeniz (2) Berdevka Encûmena Jinan a HDPê Ayşe Acar û Berdevka HDPê Ebru Gunay û parlamenterên HDPê; Mehmet Ruştu Tiryaki, Dersim Dag, Nuran İmir (2), Hasan Ozguneş (2), Kemal Bulbul, Murat Sarisaç, Dilan Dirayet Taşdemir, Huseyin Kaçmaz, Ayşe Surucu, Şevin Coşkun, Mahmut Togrul, Sait Dede.

Serepeyv