Mijdar 10, 2021 20:16 Asia/Tehran
  • Biryara Tirkiyê ya avakirina du santralên nukleerî

Serokomarê Tirkiyê biryara welatê xwe ya avakirina du santralên nû yên atomî ragihand.

Li gorî rapora IRNA`yê, Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê roja Sêşemiyê ragihand ku ev welat dê di demek nêzîk de du santralên din ên enerjiya atomî ava bike.

Serokomarê Tirkiyê her wiha got: Yekemîn yekîneya santrala elektrîkê ya Ak Kuyoyê dê di sala 2023an de were destpêkirin û piştî wê jî emê bilez xwe ji bo avakirina santralên duyemîn û sêyem amade bikin.

Şîrketa "Rûs Atomê" ya Rûsyayê di sala 2013an de dest bi avakirina santrala nukleerî ya Ak Kuyo li Mêrsînê ya Tirkiyê kiribû û li gorî rêkeftina Moskow û Enqerê, diviyabû aliyê rûs 20 milyar dolar sermayeguzariyê li wê projeyê bike.

Çend roj berê şewata li santrala nukleerê ya Tirkiyê ya ku li bendera Mêrsînê tê çêkirin bû sedema rexneyên zav ên gel û siyasetmedarên herêmê.

Endamê Komisyona Parlamenta Tirkiyê ji Partiya Komarî ya Gel (CHP), Elî Mahir Başarer rexne li avakirina wê santralê girt û got ku avakirina santrala etomî ya Tirkiyê li Mêrsînê ji bo Tirkiyê û Mêrsînê felaket e.

Vî parlamenterê tirk amaje bi wê yekê jî kir, ku avakirina santrala atomî li Mêrsînê tê wateya danîna teqemeniyan li binê Mêrsînê û kûrahiya Deryaya Spî.

Serepeyv