Mijdar 10, 2021 19:59 Asia/Tehran
  • Tirkiye: Fermandeyeke PKKê li bakura Iraqê hat kuştin

Ajansa nûçeya ya Anadoluya dewleta Tirkiyê îdia dike ku di êrîşa asmanî ya artêşa vî welatî li devera Garê ya Herêma Kurdiostanê de endama Komîteya Navendî ya PKKê Nazli Taşpinar a bi nasnavê Emîne Erciyes jiyana xwe ji dest da.

Li gorî îdiaya Ajansa Anadoluyê, endama Komîteya Navendî ya PKKê Nazli Taşpinar di operasyona hevpar a artêşa Tirkiyê û  rêxistina sîxorî ya MÎTê de li devera Garê ya Herêma Kurdistanê di operasyoneke asmanî de canê xwe ji dest da.

Lê di nûçeyê de derbarê dîroka operasyonê de tu agahî nehatin dayîn.

Li gor nûçeyê Nazli Taşpinar a xelka Nevşehîrê di nav "lîsteya sor" a Wezareta Navxwe ya Tirkiyê lê digeriyan de bû.

Derbarê vê îdiayê  de heta niha ji aliyê PKKê ve ti daxuyanî nehatine dayîn.

Ji aliyê din ve baskê leşkerî yê PKKê di daxuyaniyekê ragihand ku 30ê Cotmehê li Heftenînê di şer û pevçûnan de 2 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane.

Di vê daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku kesên jiyana xwe ji dest dane Burhanettîn Tasman ê bi nasnavê Çekdar Zîlan ê xelkê Mêrdînê û Said Ozturk ê bi nasnavê Numan Amed ê xelkê Amedê bûne.

Serepeyv