Mijdar 10, 2021 15:50 Asia/Tehran
  • Misir hebûna artêşa Tirkiyê li Sûriye, Iraq û Lîbyayê rexne kir

Wezîrê karên derve yê Misirê siyasetên zêdexwazî û dagirkerî yên Tirkiyê li navçê rexne kir û got: Tu sedemek nîn e ku dewleta Tirkiyê li Sûriye, Iraq û Lîbyayê bibe

Wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şukrî pêşwazîkirina fermandarên Îxwan El-Muslimîn li Tirkiyê rexne kir û piştrast kir ku welatê wî tu sedeman ji bo hebûna leşkerî ya Tirkiyê li Lîbya, Sûriye û Iraqê nabîne.

Samih Şukrî duh bi civîneke çapemeniyê diyar kir ku welatê wî li hemberî siyasetên dewleta Tirkiyê yên di 10 salên dawîn de bi fikar e û ti hegerekê ji bo kiryarên wê yên zêdxexwazî û dagirkerî li herêmê nabîne.

Şukrî her wiha destwerdana dewleta Tirkiyê li karên hundirîn ên Misirê û piştevaniya wê ji bo koma Îxwan El-Muslimîn rexne kir.

Îxwan El-Muslimîn li Misirê û hinek welatên Ereban wek komeke terorîst tê dîtin.

Ev rixneyên Wezîrê karên derve yê Misirê ji hikûmeta Tirkiyê di rewşekê de ne ku duyemîn gera hevdîtinên navbera Qahîre û Enqerê ji bo asayîkirina peywendiyên dualî di dawiya havîna borî de pêk hat.

Serepeyv