Mijdar 09, 2021 13:27 Asia/Tehran
  • Tirkiyê li Şirnexê li dijî PKKê êrişeke nû daye destpê kirin

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand bi beşdarbûna 1550 endamên artêşê li herêma Besta ya ser bi parêzgeha Şirnexê ya başûrê rojhilatê Tirkiyê ve operasyoneke bi navê Eren-Zivistan-1 destpê kiriye.

Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, bi armanca ku PKK ji rojeva Tirkiyê û ji herêmê bê derxistin, hêzên wî welatî li herêma Besta ya Şirnexê, ev operasyona nû li dijî PKKê dane destpêkirin.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku operasyon di îdareya Fermandariya Herêmê ya Cendirmeyan bi hêzekî ji 1550 kesan pêk tê destpê kiriye.

Li Kurdistana Tirkiyê, hêzên ser bi herdu wezaretên Navxwe û Berevaniyê yên Tirkiyê, ji sala 2020an ve operasyonên xwe yên li dijî PKKê zêdetir kirine û çendîn caran li parêzgehên wek Şirnex, Dêrsim, Sêwaz, Bedlîs, Mêrdîn, Wan û Colemêrgê operasyon pêk anîne.

Li aliyekî din Artêşa Tirkiyê ji roja 23ê Nîsana 2020an ve operasyoneke berfireh li herêma Kanî Masê ya dikeve nav sînorê Herêma Kurdistanê daye destpêkirin ku heta niha berdewam e û rojane ew herêm ji aliyê artêşa Tirkiyê ve tên topbaran û bombebarankirin.

Herwiha Artêşa Tirkiyê roja 15ê Hezîrana 2020an bi rêya hêzên esmanî operasyona bi navê Pence-Baz, roja 17ê Hezîranê jî hêzên bejayî operasyona bi navê Pence-Piling û di dawiya Nîsana 2021ê de jî operasyona bi navê Pence-Birûsk li Herêma Kurdistanê da destpêkirin.

Di encama van êrişan herî zêde xelkê sivîl ê navçê ji babeta canî û malî ziyan dîtine û neçar mane terka war û gundên xwe bikin û gelek ziyan jî li siruşta herêmên şergirtî ketine.

Serepeyv