Mijdar 06, 2021 11:35 Asia/Tehran
  • Kiliçdaroglu: Kesên îhaleya Kanal Stenbolê werbigirin, dê berdelên giran bidin

Serokê CHPê dibêje, “Kesên îhaleya Kanal Stenboê werbigirin, dê berdelên giran bidin.” Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, jî tekez dike, “Egera çêkirina `Kanal Stenbol` nîne.”

Ekrem Îmamoglu, “Nexşerêya Tekoşîna li Dijî Krîza Keşûhewayê” eşkere kir û di bernamê de pirsên rojnamevanan yên derbarê Kanal Stenbolê de bersivandin.

Îmamoglu got, “Ev kanal nikare bê çêkirin. Xelk vê naxwaze, binêrin ciwan li vê derê hene, em ji wan bipirsin. %90 naxwazin û %10 jî ji ber agahiyên wan nînîn, projeyeke kanalê ya bi vî awayî red dikin. Egera çêkirina vê tune ye. Stenbol îxaneteke wiha najî û em jî ji bo vê dê heta dawiyê tekoşîna xwe berdewam bikin.”

Serokê CHPê Kemal Kilicdaroglu jî di heman bernamê de got, “Kesek nikare îhaleya Kanal Stenbolê werbigre. Kesên werbigre dê berdêlên giran bide.”

Hikûmeta Tirkiyê, dixwaze bi rêya kolandina axê ji Deryaya Reş bo Deryaya Marmara tengaveke nû veke.

 Opozîsyon jî li dijî projeyê derdikeve û dibêjê hem ji bo aboriya Tirkiyê ne baş e û hem jî dê bandorên xirab li ser ekolojiya bajêr bike.

Serepeyv