Mijdar 05, 2021 19:21 Asia/Tehran
  • Li Bedlîsê 149 koçber hatin destesekirin

Li parêzgeha Bedlîsê li Kurdistana Tirkiyê di barhilgirekê de 149 koçberên Efxan hatin desteserkirin. Herwiha şofêrê barhilgirê jî bi tohmeta rêkxistina qaçaxiya koçberan hat girtin.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Parêzgariya Bedlîsê ve hatiye belavkirin, hêzên emnî ji bo rûbrûbûna qaçaxiya koçberan duh 4ê Mijdarê li xala kontrolê ya li ser rêya Bedlîs-Hawêlê dest bi xebatan kirine. 

Di çarçoveya wan xebatan de hêzên emnî barhilgirek rawestandin û 149 koçberên Efxan û şofêrê barhilgirê yê bi navê U.O. desteser kirine.

Şofêrê barhilgirê ku bi tohmeta rêkxistina qaçaxiya koçberên hatibû destserkirin ji aliyê dadgehê ve hat girtin.

Li gor zanyariyan koçberên ku hatine desteserkirin bo Navenda Vegerandina Koçberan a Wanê hatine veguhastin.

Ev demeke koçberên ku ji welatên cûda tên Tirkiyê hewl didin bi rêyên cûda biçin welatên Ewropayê û rojane di nav sînorên Tirkiyê beşek ji wan tên desteserkirin. Piraniya wan koçberan jî Efxanî ne ku piştî kontrolkirina Efxanistanê ji aliyê Koma Talibanê ve, hewl didin welatê xwe bicih bihêlin. 

Serepeyv