Mijdar 05, 2021 13:17 Asia/Tehran
  • Çavuşoglu: Li ser pêşniyara Amerîkayê grûpeke xebatê jibo gotûbêjê ser PKK/PYD/YPG pêk tê

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku li ser pêşniyara Amerîkayê dê grûpeke xebatê pêk bînin daku mijarên PKK/PYD/YPG, Cemaeta Gulen û S-400an ligel Amerîkayê gotûbêj bikin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di komîsyona Budce û Planê ya Parlamentê de derbarî budceya 2022an a saziyên girêdayî Wezareta Derve de axivî.

Çavuşoglu got, peywendiyên Tirkiyê ligel Rêveberiya Amerîkayê berdewam in û hevdîtina Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan û Serokê Amerîkayê Joe Biden a yekşema borî erênî bû.

Çavuşoglu got ku helwêsta Amerîkayê ya derbarê havkarîkirina PKK/PYD/YPG, hebûna Cemaeta Gulen li Amerîkayê û mijara S-400an de ligel rihê hevpeymaniyê nagunce û berî niha pêşniyara grûpeke hevbeş a kar kiribûn.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu herwiha got: “Serokkomarê me di hevdîtina ligel Biden de ev mijar bi zelalî anîn ziman. Emê grubek ku van mijaran gotubêj bikin ava bikin. Wek hûn dizanin berî niha me bo Amerîkayê pêşniyareke wiha kiribû. Lê vê carê  Amerîkayê ev  pêşniyar kir. Niha em ligel saziyên peywendîdar ên wezareta derve kar dikin derbarê pêkanîna vê grupê û mijarên dê bên gotûbêj kirin.” 

Serepeyv