Bi dehan gumanbarên beşdariya li darbeya serneketî ya Tirkiyê hatin girtin
Mijdar 03, 2021 12:38 Asia/Tehran
Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê bi dehan kes bi tawana têkiliya tev darbeya serneketî ya sala 2016an girtin.
Li gorî rapora Mehr Newsê, Li gorî gotina rayedarên dadweriyê li Tirkiyê, polîs operasiyona ji bo girtina 100 tawanbaran têkildarî darbeya sala 2016an dest pê kiriye.
Tevahiya gumanbaran ji hêzên jandirme ne û heta niha 43 kes hatine girtin.