Mijdar 02, 2021 14:30 Asia/Tehran
  • Nama 41 Endamên Kongreya Amerîkayê ji bo Blinken: F-16an nefiroşin Tirkiyê

41 endamên Kongreya Amerîkî bi nameyekê ji Wezîrê Derve yên Amerîkayê Antony Blinken re daxwaz kirin ku firokeyên F-16 nefiroşin Tirkiyê.

Tirkiye di berdêla 1.4 milyar dolarî de ku ji bo kirîna fikokeyên F-35an dabû, daxwaz kiribû ku 40 firokeyên nû yên F-16 bistîne. Li ser vê yekê 41 endamên Kongreya Amerîkayê nameyek ji Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken re nivîsandin û xwestin ku F-16 jî nefiroşin Tirkiyê.

Bi pêşengiya Endamên Kongreyê yên Demokratan Chris Pappas, Carolyn Maloney û Komariyan Gus Bilirkis nameyek hat amade kirin û tê de hat ragihandin ji ber ku Tirkiye ji Rûsyayê sîstemên S-400 kirîne cezayên CAATSA bi ser Tirkiyê de hatine sepandin, ji bernama F35an hatiye derxistin û firotina F-16an bo Tirkiyê dê derbarê siyaseta Amerîkayê de bibe sedema gumanê û di heman demê de rîsk e.

Di namê de endamên Kongreyê hişyariya Blinken a derbarê sizayên zêde yên li dijî Tirkiyê hate bibîrxistin û balê dikişînin ser wê yekê ku tevî van hemûyan jî helwesta Serokomarê Tirkiyê Erdogan nehatiye guhertin.

Beriya niha jî 11 endamên Kongreya Amerîkî ji Serokê Amerîkayê Joe Biden û Wezîrê Derve Antony Blînken re peyamek şandibûn û bang kiribûn ku firokeyên F-16an nefiroşin Tirkiyê. Herwiha Konseya Rêbertiyê ya Amerîkan a Helenik (HALC), Komîteya Cihû ya Amerîkan (AJC) û rêxistinên Ermenî, Hind û Kurdan jî piştgiriya wan dikin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokkomarê Tirkiyê Erdogan di çarçoveya Lûtkeya G-20 de li Romayê hevdîtin pêk anîn û li ser mijara firokeya gotûbêj kiribûn.

Erdogan ragihand ku wî ji Biden re gotiye ku ew dixwazin F-16 ji Amerîkayê bikirin û Biden erênî dîtiye.

Erdogan di berdewamiya axavtina xwe de wiha gotibû “Biden ji min re got 'Dibe ku em zû encam negirin. Hûn dizanin, ew di du beşên cûda, Meclîsa Nûneran û Senatê de derbas dibe. Wek hûn jî dizanin rewş 50-50 e, lê ezê çi ji destê min tê bikim.”

Serepeyv