Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê li Bedlîs û Wanê 137 Koçber û 6 organîzator desteser kirin
Hêzên ewlehî û polîsê Tirkiyê li parêzgehên Bedlîs û Wanê yên kurdnişîn 137 koçber û 6 organîzator hatin desteserkirin.
Li parêzgeha Bedlîsê di nav 2 minîbûs û 4 otomobîlan de, 64 koçber hatin girtin û 6 organîzator jî hatin desteserkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Walîtiya Bedlîsê ve hatiye belavkirin, duh êvarê li Bazgeha Tanriyar a ser rêya Bedlîs – Xana Hawêl 2 minîbûs û 4 otomobîl ji aliyê hêzên cendirme ve hatine kontrolkirin.
Di nav wan herdû minibus û 4 otomobîlan de 51 Efxanî û 13 Pakistanî bi giştî 64 koçber hatin desteserkirin. Herwiha şofêrên her şeş otomobîlan jî bi fermana Serdozgeriya Komarê hatin desteserkirin.
Hat ragihandin ku koçberên desteserkirî piştî bidawîbûna karûbarên qanûnî radestî Navenda Paşdevegerandinê ya Wanê tên kirin.
Li aliyê din li bajarokê Artemêtan ser bi parêzgeha Wanê ya başûrê rojhilatê Tirkiyê di nav dikaneke du beşî de 73 koçber hatin desteserkirin ku bi rêyên qeçax derbasî nav bajêr bûbûn.
Li gor daxuyaniya Walîtiya Wanê, şevê din li Taxa Gurubaş bi armanca rêgirtin li qeçaxçîtiya koçberan, hêzên Fermandariya Cendirmeyan a Bajarokê li dikaneke vala ya du beşî 73 koçberên Efxanî desteser kirin. Piştî bidawîbûna karûbarên qanûnî koçberên desteserkirî radestî aliyên peywendîdar hatin kirin. Hatiye ragihandin ku xwediyê dikanê yê bi navê M.S.E. û kesekî din bi navê M.Y. jî hatine desteserkirin.