Mijdar 01, 2021 23:29 Asia/Tehran
  • Çeteyên Tirkiyê: Sibê Tirkiye li djî kurdên Sûriyê Operasiyon dike

Komên çete yên girêdayî dewleta Tirk dibêjin ku Tirkiye ji sibê (sêşemê) ve dest bi operasyona xwe ya leşkerî li bakurê Sûriyê dike.

Li gor nûçeya El-Erebiye; Opozisyona Sûriyê îro Duşemê bi daxuyaniyekê ragihand ku operasyona artêşa Tirkiyê li bakurê Sûriyê dê ji bajarên Ezaz û Girê Spî dest pê bike.

Beriya niha berpirsekî Tirkiyê ragihandibû, di operasyona leşkerî de "Tal Rifat",  "Kobanî" (Eyn el-Ereb), "Minbic" û "Eyn Îsa" bibin hedefa êrişê û 40,000 hêzên çekdar ji bilî komandoyên Tirkiyê beşdarî vê operasiyonê dibin ku hêza esmanî, mûşekî û topxanê jî ji bo bêbandorkirina tevgerên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser sînor alîkariya wan dike.

Li gorî rojname û medya tirkî, bi beşdariya hêzên artêşa Tirkiyê û çeteyên wê li herêmên Minbec, Til Rifat, Eyn Îsa, Kobanî û Tel Temirê operasyoneke îhtîmal a li derveyî welat tê kirin. Li qadên operasyonê sewqiyata leşker, alav û wesayîtên zirxî dewam dike û hejmara leşkerên li van herêman hatine bicihkirin gihiştiye zêdetirî 9 hezarî.

Herwiha hat ragihandin ku artêşa Tirkiyê karwanekî nû ya otomobîlên leşkerî û kamyonên giran şandin parêzgeha Hesekê ya Sûriyê.

Serepeyv