Cotmeh 31, 2021 17:50 Asia/Tehran
  • Erdoxan û Biden li Romayê civiyan

Serokomarê Amerîkayê di hevdîtina xwe ya îro di gel hevpîşeyê xwe yê tirkiyeyî li kêleka civîna Koma 20ê li Romaya Îtalyayê, nîgeraniya xwe derbarê hebûna pergala berevaniya mûşekî ya S400'a Rûsiyê li destê Tirkiyê diyar kir.

Li gorî rapora Fars Newsê, Joe Biden serokomarê Amerîkayê îro (yekşemî) li kêleka duyemîn roja civîna Koma 20ê li Romaya paytexta Îtalyayê û di germegerma daxwaza Tirkiyê ji bo balefirên F16 û kêşeyên vê dawiyê navbera Tirkiyê û welatên rojavayî derbarê mafên mirovan, di gel Receb Teyib Erdoxan civiya.

Li gorî daxuyaniya Koşka Sipî, Serokomarê Amerîkayê di hevdîtina xwe ya îro di gel hevpîşeyê xwe yê tirkiyeyî li kêleka civîna Koma 20ê li Romaya Îtalyayê, nîgeraniya xwe derbarê hebûna pergala berevaniya mûşekî ya S400'a Rûsiyê li destê Tirkiyê diyar kir.

Wî her wiha "Sipasiya nêzikî du dehikan alîkariya Tirkiyê bo memûriyeta NATOyê li Efxanistanê kir" û du aliyan derbarê pêvajoya siyasî li Tirkiyê, şandina alîkariyên mirovdostane bo efxanistaniyên hewcedar, hilbijartina Lîbyayê, rewşa rojhilata deryaya sipî û hewildanên dîplomatîk li Qefqaza Başûr gotûbêj kir.

Li gorî daxuyaniya Koşka Sipî, "Biden careke din li ser şirîkatiya berevaniya me û girîngiya Tirkiyê wek hevpeymanê NATOyê tekez kir, lê amaje bi nîgeraniya Amerîkayê derbarê hebûna S400'ên Rûsiyê di destê Tirkiyê da jî kir. Wî her wiha girîngiya saziyên demokratîk ên bihêz, rêzgirtina li mafên mirovan û sedestiya qanûnê ji bo aştî û rihetiyê destnîşan kir."

Pêştir Erdoxan ji nûçegihanan ra gotibû ku gengeşeya Enqere û Waşîngtonê li ser balefirên F35ê dê ji yekemayetiyên gotûbêja wî digel Joe Biden be.

 

Serepeyv