Cotmeh 30, 2021 17:00 Asia/Tehran
  • Tirkiye nuqteya dijheviya çekên amerîkî û rûsî

Kirrîna Pergala Berevaniya mûşekî ya S-400'a Rûsiyê zêd eji du salan e ku Tirkiye xisitye ber nerazîtî û sepandina zextê ji aliyê hevpeymanê wê li NATOyê û Amerîkayê.

Li gorî rapora IRIB Newsê ji Enqerê, Derxistian ji bernameya çêkirina hevpar a balefirên şêrr ên F35ê, boykotkirina pîşe û kesayetiyên berevaniyê di çarçova qanûna KATSA'yê û destdanîna ser miliyarek û 400 miliyon pereyê raberkirî ji aliyê Tirkiyê ji bo kirrîna 100 balefirên F35 ji bijardeyên cezakirina Tirkiyê ji aliyê hevpeymanên rojavayî û Amerîkayê ne.

 

Ev di halekî da ye ku Receb Teyib Erdoxan serokomarê Tirkiyê soz daye ku bi zûtî di yekemîn hevdîtina dualî tev Joe Biden serokomarê Amerîkayê li kêleka civîna G20'ê, dawî li mijara F35ê bîne.

Wî gotiye ku amerîkî an divê balefirên F35ê bidin an pereyê Tirkiyê vegerînin.

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê jî ji ber radestnekirina balefirên kiriyayî gef li Amerîkayê xwar.

Çawûşoxlû got: Eger Amerîka F35an radest neke û kongre dîsan jî dijayetiyê bike, Tirkiyê dê berê xwe bide balefirên rûsî an bijardeyên din.

 

Serepeyv