Li Herêma Kurdistanê leşkerekî din ê Tirkiyê jî hat kuştin
Li herêma Avaşînê ya dikeve nav sînorê Herêma Kurdistanê, leşkerekî din ê Tirkiyê hat kuştin. Sê rojan berî niha anku di 26ê cotmehê de jî 2 leşkerên din ên Tirkiyê li bakurê Iraqê hatibûn kuştin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê, li herêma Avaşîn roja Pêncşemê 28ê Cotmehê di encama teqînekê de leşkerekî artêşa Tirkiyê hatiye kuştin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, bombeyeke destçêkirî li navçeya Avaşînê teqiya û di encama teqînê de Çawişê Pispor ê Piyade Harûn Çalişkan mir.
Artêşa Tirkiyê ji roja 23ê Nîsana 2020an ve operasyoneke berfireh li herêma Kanî Masê ya dikeve nav sînorê Herêma Kurdistanê daye destpêkirin ku heta niha berdewam e û rojane ew herêmên sînorî ji aliyê artêşa Tirkiyê ve tên topbaran û bombebarankirin.
Herwiha Artêşa Tirkiyê roja 15ê Hezîrana 2020an bi rêya hêzên esmanî operasyona bi navê Pence-Baz, roja 17ê Hezîranê jî hêzên bejayî operasyona bi navê Pence-Piling û di dawiya Nîsana 2021ê de jî operasyona bi navê Pence-Birûsk li Herêma Kurdistanê da destpêkirin.
Di encama van êrişan de ji bilî mirin û birîndarbûna bi dehan kesan ji herdu aliyan, bi dehan kesên sivîl ê Herêmê jî hatin kuştin û birîndar bûn û gelek xisarêm maddî li wan û siruşta herêm ketine.