Feleknas Ûca ji parlamentoya Tirkiyê re: Îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî zelal bikin
Parlamentera Êlihê ya HDP’ê Feleknas Ûca ku diyar kir ku di çapemeniya navneteweyî de îdiayên ku dibêjin dewleta Tirkiyê di êrişên li ser Herêma Kurdistanê de çekên kîmyewî bi kar anîne, hene û 3 pêşniyarpirs li parlamenta Tirkiyê kirin.
Parlamentera Êlihê ya HDP’ê Feleknas Ûca 3 pêşniyarpirs dan parlamenta Tirkiyê û xwest ji bo eşkerekirina îdiayên di çapemeniyê de hatine ragihandin, ev pirs werin bersivandin. Ûca diyar kir ku Tirkiye jî ji wan dewletan e ku Peymana Çekên Kîmyewî (CWC) ku hilberîn, stokkirin û bikaranîna çekên kîmyewî qedexe dike, îmze kiriye.
Feleknas Ûca di pêşniyarpirsa xwe de xwest bersiva wê bi awayekî nivîskî were dayîn û wiha diyar kir: “Medyaya neteweyî û navneteweyî îdiayên ku dibêjin Tirkiye di operasyonên leşkerî yên li ser xaka Herêma Kurdistanê de çekên kîmyewî bi kar anîne, ragihandin. Di 20'ê Cotmehê de 153 rewşenbîr, nivîskar, parlamenter û rojnamevanan bang li Neteweyên Yekbûyî û Komîteya Rêveber a Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî kir ku lêpirsîna li ser bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Tirkiyê ve, lêkolîn bikin.
Feleknas Ûca destnîşan kir ku dewleta Tirkiyê aliyekî Peymana Çekên Kîmyewî (CWC) ye û wiha got: “Di heman demê de Tirkiyê Protokola Cenevreyê ya sala 1925'an ku bikaranîna gazên kujer û fetisok qedexe dike, qebûl kir. Ev protokol, ji bo pêşî li kuştinên komî were girtin, hatiye îmzekirin.
Di vê çarçoveyê de;
1- Îdiayên di medyayê de ku dibêjin Tirkiyê li ser xaka Herêma Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar anîne, rast in? Têkildarî van îdiayên ku dikevin nava sûcên şer, tu lêpirsînek hatiye kirin?
2- Peymana Çekên Kîmyewî û Protokola Cenevre ku Tirkiyê qebûl kirine, têne bicihanîn?
3- Heke îdiayên di çapemeniyê de rast bin, gelo dê der heqê berpirsyarên bikaranîna çekên kîmyewî de lêpirsînek çêbe?”