Cotmeh 28, 2021 10:51 Asia/Tehran
  • Qeyûmê Amedê navê 'Zarokistanê' guherand û dewsa wê navê Tirkî danî

Li parêzgeha Amedê ya kurdan li Tirkiyê, qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê tabeleya rawzaya Zarokistanê ya li navçeya Rezanê guherand.

Qeyûmê Amedê, tabeleya Kurdî ya Zarokistana ku di sala 2014an de ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve li taxa Bagcılar a navçeya Rezanê hatibû vekirin rakir û li cihê wê tabeleya ku bi tirkî “Bağcılar Kreş ve Gündüz Bakımevi” hatibû nivîsandin daleqand.

Tenê li cihekî tabelayê bi tîpên biçûk bi Kurdî “Mala Zarukan” hat nivîsandin ku peyva “zarokan” jî bi awayekî şaş wek “zarukan” hatiye nivîsandin.

Rawzaya Zarokistanê ya ji aliyê Şaredariya Peyasê ve hatibû vekirin ji 8ê Kanûna 2016an ji aliyê qeyûmê ku tayînî şaredariyê hatibû kirin ve hatibû girtin û hemû xebatkarên wê ji kar hatibûn derxistin.

Zarokistan ji aliyê şaredariyên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ve hatibûn vekirin û dihatin pîştgirîkirin. Perwerdeya wan bi Kurdî bû û bernama perwerdeya wan ji aliyê Rêveberiya Perwerdeyê ya Bajêr ve dihat kontrolkirin.

Serepeyv