Cotmeh 25, 2021 18:39 Asia/Tehran
  • Rojnama El-Ereb: Erdogan ji bo gel bikişîne aliyê xwe, aloziiyan derdixe

Têkildarî tevgerên serokkomarê Tirk Receb Teyib Erdogan, rojnama El-Ereb çapa Londonê nivîsiye: “Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyib Erdogan têkiliyên xwe bi welatên rojavayî re xirabtir dike. Bi wê yekê hewl dide helwesta xwe ya hundirîn bi riya rageşiya bi welatên rojavayî re, xurt bike da ku gel bi aliyê xwe ve bikişîne û derfetên serkeftina di hilbijartinan de zêde bike, ku êdî bi têkçûna aboriya Tirkiyê re bûne cihê gumanan.

El-Ereb di dewamê de dinivîse: AKP`ê bi serkêşiya Erdogan ê ku piştgiriya gel bi rêjeyeke mezin wenda kiriye li beramberî hilbijartinên parlamantê û serokatiyê ye. Li gel wê yekê aloziyên siyasî û aborî jî dewam dikin û Tirkiyê beşdarî şerên derve dibe, ku wê yekê hişt baweriya bi hikumetê heta asteke mezin kêm bibe.

Erdogan siyaseta derxistina aloziya li ser gelek eniyan dimeşîne. Ji aliyekî ve balyozên bi dehan dewletan û di nav de Almanya û Amerîkayê diqewitîne, ji aliyekî din ve jî gefan dixwe heke ku welatê wî balafirên şer ên Amerîkayê nestîne, dê sîstema parastina hewayî ya Rûsya S-400 bikire. Bi wê yekê hişyariyên NATO`yê ya li dijî kirîna moşekên Rûsya, paşguh dike.

Çavkaniyên rojavayî dibînin ku helwestên dawîn ên Erdogan “skandala dîplomatîk e û hewldana dîktatorekî ya mayîna li desthilatê ye”. Her wiha diyar dikin ku dayîna van biryaran êdî parçeyeke şêwaza Erdogan ê hikumê ye.”

Serepeyv