PKK: 4 Şervanan di êrişeke kîmyayî de canê xwe ji dest dane
Baskê çekdarî yê PKKê îro nasnama 4 şervanên xwe aşkere kir û ragihand, di êrişa artêşa Tirkiyê ya bi çekên kîmyayî de li Werxel a Avaşînê li Herêma Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane.
Li gor daxuyaniya PKKê, her 4 Şervanên wan beriya du heftiyan roja 10ê Cotmeha 2021an li devera Avaşîn “di bombebarana bi çekên kîmyayî ya artêşa Tirkiyê de” canê xwe ji dest dane. PKKê diyar kiriye ku 3 ji wan şervanan ji Kurdistana Tirkiyê ne û yek jî ji kurdên Sûriyê ye.
PKKê destnîşan kiriye: “Tirkiyê piştî ku nekarî ji êrişa xwe ya berfireh a li ser Avaşîn, Metîna û Zapê encamê werbigire, ji bo veşartina vê têkçûna xwe, çekên kîmyayî bi kar anî û li dijî mirovahiyê tawana şer kir.”
PKKê di daxuyaniya xwe de gefa wê yekê xwariye ku dê tola wan gerîlayên xwe ku di êrişa bi çekên kîmyayî ya artêşa Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dane, hilînin.
Bêdengiya civaka cîhanî li hemberê binpêkirin û cinayetên Tirkiyê bûye sebeb ku ev welat ji bo hedefên xwe her amûrekî neqanûnî û qedexe li dijî kurdan bikar bîne.