Biryarên Erdogan bûn sebeb dîsa buhayê Lîreyê Tirkî dakeve û rekoreke nû tomar bike
Daketina buhayê Lîreyê Tirkî li beramber Dolarê Amerîkayê rekoreke nû tomar kir û derengiya şeva bihorî heta vê sibê nirxê her dolareke Amerîkî gihîşt 9.85 Lîreyê Tirkî, piştre îro hinek nirxê Lîre baştir bû û her dolarek niha di navbera 9.79 heta 9.81 lîreyan kirîn û firotin pê tê kirin.
Daketina buhayê Lîreyê Tirkî û tomarkirina wê rekora nû piştî wê yekê hat ku Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan roja Şemiyê 23ê Cotmeha 2021an gefa derxistina ji Tirkiyê li balyozên 10 welatên rojavayî xwar û ew balyoz wek kesên nayên xwestin bi nav kirin.
Gefa pêkanîna êrişeke din bo ser kurdên Sûriyê ji aliyê Erdogan ve, daxistina rêjeya faîzê ji aliyê Banka Navendî ya Tirkiyê ve û dûrxistina sê berpirsên pilebilind ên Banka Navendî ya Tirkiyê bi biryara Erdogan, sê sedemên din ên daketina berdewam a buhayê Lîreyê Tirkî di wan rojên dawî de ne.
Lijneya Polîtîkayên Pereyan a Banka Navendî ya Tirkiyê, roja Pêncşemê 21ê Cotmeha 2021an biryara kêmkirina rêjeya faîzê dabû û rêjeya faîzê ji sedî 18an daxistibû bo ji sedî 16an. Banka Navendî ya Tirkiyê di 23ê Îlona 2021an de jî rêjeya faîzê kêm kiribû û ji sedî 19 daxistibû bo ji sedî 18an.
Beriya nêzîkî 10 rojan jî bi biryara Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, sê kes ji berpirsên pilebilind ên Banka Navendî ya Tirkiyê ji kar hatibûn dûrxistin û wê yekê jî bandor li buhayê Lîreyê Tirkî li bermaber Dolarê Amerîkî û Euro kiribû. Wê demê her dolarek bi 9.18 û her euroyek bi 10.46 lîreyan kirîn û firotin pê dihat kirin.