Cotmeh 23, 2021 18:04 Asia/Tehran
  • Tirkiyê ji lihevhatina Fransa û Yûnanê rexne kir

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê ji lihevkirina vê dawiyê ya Fransa û Yûnanê derbarê hevkariyên dualî rexne kir.

Li gorî rapora ajansa Anatoliyê, Xulûsî Akar, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê piştî civîna wezîrên berevaniyê yên NATOyê tevî amajeya bi lihevkirina Yûnan û Fransayê, got: Hin yekîtiyên cuda li vê rêxistinê dibin sebeba ziyana li peywendiyên dualî û lawaziya pêbaweriyê.

Akar tevî amajeya bi hevdîtina xwe ya avaker û kêrhatî tev wezîrê berevaniyê yê Yûnanê îdia kir ku Tirkiye alîgira çareserkirina pirsgirêkan bi riya gotûbêjê di çarçova cînaretiya baş e.

 

Navbera Tirkiyeû Yûnanê da di warên Rojhilatê Deryaya Sipî, qada asimanî, enêrjî, giravên deryaya Êjeyê û Qibrisê gelek nakokî hene.

 

 

Serepeyv