Cotmeh 23, 2021 12:17 Asia/Tehran
  • Yekîtiya Ewropayê yekem car Tirkiye wek 'Hêza Dagirker' bi nav kir

Yekîtiya Ewropayê di rapora xwe ya salane da Tirkiye wek 'Hêza dagirker' bi nav kir û nîgeraniya xwe ji binpêkirina Mafên Mirovan li bakur û rojhilatê Sûriyê ji aliyê Tirkiyê va ragihand.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Di rapora sala 2021ê ya têkildarî Tirkiyê da ku du roj berê ji aliyê Yekîtiya Ewropayê va hat weşandin, bo cara yekem Tirkiye wek Hêza Dagirker hatiye binavkirin.

Her wiha Yekîtiya Ewropayê di vê raporê da nîgeraniya xwe ji binpêkirina Mafên Mirovan li deverên dagirkirî ji aliyê Tirkiyê va diyar kir.

Li gorî rapora Rojnameya Cumhuriyetê, Yekîtiya Ewropayê di vê raporê da careke din rexneyên tund li Tirkiyê kirine û ragihandiye ku siyaseta derveyî ya Tirkiyê ku di vê heyamê da hatiye nirxandin, bi tu awayî li gorî stanbdardên ewlehî û yekemayetiyên Yekîtiya Ewropayê di warê Siyaseta Derveyî da nînin.

Ev di halekî da ye ku di raporên salane yên Yekîtiya Ewropayê da heta niha bêjeya 'Hêza Dagirker' ji bo danasîna rola Tirkiyê li Sûriyê nehatiye bikaranîn.

 

Serepeyv