Hêzên ewlehiyên yên Tirkiyê li Êlihê 12 koçber desteser kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i329540-hêzên_ewlehiyên_yên_tirkiyê_li_Êlihê_12_koçber_desteser_kirin
Li navçeya Hezo ya ser bi parêzgeha Êlih yê başûrê rojhilatê Tirkiyê ve, 12 koçberên Efxan û Pakistanî hatin desteserkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 21, 2021 06:58 Asia/Tehran
  • Hêzên ewlehiyên yên Tirkiyê li Êlihê 12 koçber desteser kirin

Li navçeya Hezo ya ser bi parêzgeha Êlih yê başûrê rojhilatê Tirkiyê ve, 12 koçberên Efxan û Pakistanî hatin desteserkirin.

Li navçeya Hezo, di kontrola rê de tîmên Fermandariya Qereqola Cendirmeyan a Bekirhan, xwest mînîbusekê rawestîne, lê mînîbusa koçber tê de bûn ranewestiya.

Tîmên cendirmeyan piştî 2 kîlometreyan bi şopandinê minîbus rawestandin.

Di mînîbusê de 11 Efxan û Pakistaniyek bi tevahî 12 koçber hatin desteserkirin.

Piştî temambûna karên wan, koçber bo Îdareya Koçê ya Bajêr hatin radestkirin.