Hêzên ewlehiyên yên Tirkiyê li Êlihê 12 koçber desteser kirin
Çirî 21, 2021 06:58 Asia/Tehran
Li navçeya Hezo ya ser bi parêzgeha Êlih yê başûrê rojhilatê Tirkiyê ve, 12 koçberên Efxan û Pakistanî hatin desteserkirin.
Li navçeya Hezo, di kontrola rê de tîmên Fermandariya Qereqola Cendirmeyan a Bekirhan, xwest mînîbusekê rawestîne, lê mînîbusa koçber tê de bûn ranewestiya.
Tîmên cendirmeyan piştî 2 kîlometreyan bi şopandinê minîbus rawestandin.
Di mînîbusê de 11 Efxan û Pakistaniyek bi tevahî 12 koçber hatin desteserkirin.
Piştî temambûna karên wan, koçber bo Îdareya Koçê ya Bajêr hatin radestkirin.