Kûrbûna krîza aborî li Tirkiyê jiyan li xelkê dijwar kiriye
Li Tirkiyê bihayê lîre li beramber dolarê Amerîkayê û diravên biyanî roj bi roj dadikeve. Ji ber krîza aborî ferq û cudahiya nav civaka wî welatî zêdetir bûye, xelkê hejar hejartir û dewlemend jî dewlemendtir bûne.
Rewşa aborî ya ku li Tirkiyê heye, jiyana xelkê wî welatî xistiye bin barekî giran, lê ji bo wan geştyarên serdana wî welatî dikin rewş bi tevahî berevajî ye.
Niştecihê Stenbolê Ayhan dibêje "Dewlemend gelekî dewlemend bûn û hejar jî gelekî hejar bûn. Vê rewşa aborî sûd gihand çend dewlemendan. Ew kesên din ku dimînin hemû birçî ne. Berê li ser vê cadeyê tenê parsekek dihat dîtin, lê niha ji serî heta binê cadeyê tejî parsek e."
Piştî gefa êrîşekê bo ser herêmên kurdî li Sûriyê û guhertina çend berpirsên din ên Banka Navendî ji aliyê Serokkomarê Tirkiyê ve, lîreyê Tirkî zêdetir bihayê xwe ji dest da û yek dolar bi 9.35 lîre danûstandin pê hat kirin. Li bazarê bihayê kelûpelan bi giştî û xorakê du qat zêde bûye.
Rast e rewşa aborî ya Tirkiyê jiyan li piraniya xelkê reş kiriye, lê eva ji geştyarên biyanî ku serdana Tirkiyê dikin bûye nemet. Çawa ku geştyara Rûsî Nadya dibêje "Me zanî ku mesrefa geşta me zêde nabe. Niha bi asanî em geştê dikin."
Li gor amarên dawî yên Desteya Amerên Tirkiyê, rêjeya enflasyonê li Tirkiyê gehiştiye %19.58 û enflasyona herî zêde bi rêjeya %28.79 di bihayê xorakê de hatiye tomarkirin.