Li Paytexta Tirkiyê, Enqerê teqîn çêbû
Li parêzgeha Enqerê ya Tirkiyê li cihê Rêveberiya Giştî ya Lêkolîn û Lêgerîna Madenê (MTA) teqînek çêbû û di encam de agir derket.
Li gor agahiyan îro 20ê Cotmeha 2021ê di saetên serê sibehê de li cihê Rêveberiya MTAyê ku li ser riya Eskişehirê ye teqînek çêbû û ji ber teqînê agir derket.
Piştî agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê û hewl dan agir bitemirînin. Herwiha hêzên ewlekariyê jî li herêmê tedbîr wergirtin û trafîk girtin.
Parêzgariya Enqerê jî derbarê teqînê de daxuyaniyek belav kir û got: “Teqîna ku li cihê Rêveberiya Giştî ya Lêkolîn û Lêgerîna Madenê çêbûye ji ber gaza xwezayî çêbûye û agirê piştî teqînê derketiye niha hatiye kontrolkirin û zerareke canî çênebûye.”
Tîma Lêkolînkirina Cihê Bûyerê bi armanca diyarkirina sedema teqînê dest bi kar kirin.
Piştî bûyerê Serokê Şaredariya Enqerê Mansur Yavaş jî çû cihê bûyerê bo rojnamevanan ragihand ku agir bi giştî hatiye kontrolkirin û lêkolîn tên kirin.