Cotmeh 20, 2021 09:53 Asia/Tehran
  •  Yewnanistan, Misir û Qibrisê liv û tevgerên Tirkiyê li Deryaya Spî şermezar kirin

Serokwezîrê Yewnanistanê piştî civîna sêalî ya li Atênayê civîna çapemeniyê li dar xist, tê de piştrast kir ku Yewnanistan, Misir û Qibris binpêkirinên dewleta Tirkiyê li rojhilatê Deryaya Spî şermezar dikin.

Serokwezîrê Yewnanistanê Kyriakos Mitsotakis piştrast kir ku welatê wî tevî Misir û Qibrisê binpêkirinên dewleta Tirkiyê yên li rojhilatê Deryaya Spî, şermezar dikin.

Mitsotakis got: "Lidarxistina hilbijartinan li Lîbyayê bêyî taloqkirin, gaveke mezin ber bi îstiqrarê ve ye."

Mitsotakis her wiha teqez kir ku Yewnanistan, Misir û Qibrisê piştgiriya aramiya li Efganistanê dikin. Her wiha pesna rola Misirê di doza aloziya koçberan de kir.

Der barê keşfkirina gazê de, Mitsotakis got: "Misir dikare li Deryaya Spî bibe çavkaniya enerjiyê."

Di heman demê de Mitsotakis diyar kir ku Misirê dikare di dosyeya ewlehiya enerjiyê li Ewropayê de jî rol bilîze.

Hêjayî gotinê ye civîna yekemîn a her sê welatan di Mijdara 2014`an de li Qahîrê hatibû lidarxistin.

Serepeyv