Cotmeh 19, 2021 16:35 Asia/Tehran
  • Tirkiye; 158 hêzên çekdar bi gumana têkiliya bi Rêxistina Gulen ra hatin girtin

Dozgeriyên Tirkiyê destûra girtina 158 gumanbaran ji wan 33 leşkeran di pêvajoya girtina kesên têkildarî Tevgera Gulen dan.

Li gorî rapora Reutersê, Ev lêgerîn li 41 parêzgehên Tirkiyê û beşeke ji pênc salan serkutkirina şebekeya Gulen tê hesab ku wek sebebkara darbeya serneketî ya sala 2016an hatiye tawanbarkirin.

Fethullah Gulen dijberê dewleta Tirkiyê ku li Amerîkayê dimîne, têkiliya xwe di vê darbeyê da ku di encamê da 250 kes hatin kuştin, red kiriye.

Ajansa Anatoliyê jî ragihand ku tawanbar 110 xwendekarên efseriyê ne ku li pey hewildana ji bo darbeyê hatine derxistin û 48 kesên din leşker û kedkarên berê yên leşkerî ne.

 

 

Serepeyv