Cotmeh 19, 2021 14:16 Asia/Tehran
  • Amerîka îdiaya Erdoxan derew derxist: Me tu pêşniyarek neda

Berdevkê Wezareta karên derve ya Amerîkayê gotinên Erdoxan ku îdiaya pêşniyara Amerîkayê ji bo kirîna F-16an kiribû, derew da zanîn.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Edward Price (Nêd Prays), Berdevkê Wezareta karên derve ya Amerîkayê ragihand ku Amerîkayê hîn bersiveke ron nedaye daxwaza Tirkiyê ya vegerandina pereyê wî welatî.

Wî got: Wezareta Berevaniyê hema wisa di halê şêwirîna tev Tirkiyê ji bo çareserkirina nakokiyên li ser F-35an e.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Amerîkayê derbarê gotinên vê dawiyê yên Erdoxanê serokomarê Tirkiyê ku îdia kiribû, Amerîkayê pêşniyara kirrîna balefirên F-16 daye, got: Amerîkayê tu pêşniyareke aborî wek bersiva Enqerê ji bo vegerandina pereyê xwe nedaye.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Amerîkayê her wiha derbarê helwêsta kirrîna pergala S-400'a Rûsiyê ji aliyê Tirkiyê va got ku Amerîkayê helwêsteke zelal derbarê kirrîna vê pergalê heye û cihanîna qanûna CAATSA'yê nîşana cidîbûna vê mijarê ji bo Amerîkayê ye.

 

Serepeyv