Cotmeh 17, 2021 20:24 Asia/Tehran
  • Davutoglu di sefera xwe ya bajarên kurdî dîsa behsa hebûna 'Pirsa Kurd' kir

Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu, derbarê pirsa Kurd dibêje, dema welatiyên wan ên Kurd ên li Tirkiyê bêjin `me wek welatiyên yeksan û bi rûmet pirsên xwe çareser kirin` wê demê pirsa Kurd dê biqede. Davutoglu dibêje, ew ji sê aliyan ve li Pirsa Kurd dinêrin.

Davutoglu, di çarçoveya xebatên partiya xwe de çend roj in serdana bajarên kurdî li Tirkiyê dike. Davutoglu, piştî Agirî, serdana Wanê kir û ligel rojnemavan û kesayatiyên navdar li ser “Pirsa Kurd” civînek saz kir. Davutoglu, di civînê de rêbazên çareseriya pirsa Kurd a partiya xwe ji beşdaran re eşkere kirin.

Serokê Partiya Pêşerojê  dibêje, “Em ji sê aliyan ve li pirsa Kurd dinêrin. Yekem, wek mijareke pirsa demokrasiyê ya Tirkiyê dinêrin, bi giştî demokratîkbûna Tirkiyê. Heta Tirkiye bi temamî nebe welatekî demokratîk ne pirsa Kurd, ne ya Elewî, ne ya mihafazakarên bi tirs ên mexdûrên 28 Sibatê û ne jî yê Ilmaniyan çareser nabe.

Davutoglu di dewamê de got: Pêwîstiya Tirkiyê, bi pêvajoyeke berfireh a demokratîkbûnê heye. Pirsa Kurd, ji asta Rojhilat û Başûrê Rojhilat derketiye. Min li Amedê ji Amedê re got `Amed` û bajarê herî mezin ê Kurdan Stenbol e`. Bahçeli ji ber nezantiya xwe heqaret li min kir. Li ser asta cîhanê herî zêde Kurd ne li Amedê, ne li Hewlêrê û ne jî li Wanê, li Stenbolê dijîn. Pirsa Kurd a li Iraqê ji Tirkiyê cudatir e. Li Bexdayê hejmareke kêm Kurd hene, li Besrayê hema bêje nînin, nifûsa Kurdan li herêmekê kom bûye. Lê li Tirkiyê li her derê Kurd hene. Wek mînak ji 39 navçeyên Stenbolê serokê 32an ên partiya me Kurd in.”

Davutoglu piştgiriya xwe bo bikaranîna zimanê Kurdî di perwerdehiyê de anî ziman û got, wan bi awayekî zelal di bernameya partiya xwe de mafê zimanê dayikê nivîsandiye.

Davutoglu herwiha, destnîşan kir ku pêwîst e têkiliyên Tirkiyê bi Kurdên derveyî sînor re jî baş bin û behsa civîna xwe û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya sala 2014an li Wanê kir.

Li Tirkiyê di demên dawî de mijara `Pirsa Kurd` bûye rojeveke germ. Partiyên desthilat AKP û MHP dibêjin li Tirkiyê pirsa Kurd nîne û di serî de HDP, opozîsyon jî derbarê pirsa Kurd de rexneyan li desthilatê digrin û dibêjin desthilat li şûna dayîna mafên demokratîk konsepta şer ferz dike.

Serepeyv