Cotmeh 17, 2021 18:11 Asia/Tehran
  • Îmamoglu li Amedê: Welêt pêwîstî bi aştiyê heye

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu li parêzgeha Amedê ragihand ku li welêt pêwîstî bi hiqûq û aştiyê heye.

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu bi armanca beşdarbûna merasima vekirina pêşengeha şêwekarê kurd Ahmet Guneştekîn duh seredana Amedê kir.

Îmamoglu di serdana xwe ya Amedê de serdana esnafên navçeya Sûrê jî kir.

Li dikanek şîraniyan qedayîfa Amedê xwar û bi Serokş Odeya Bazirganîya Amedê re civînek lidarxist.

Îmamoglu, beriya civînê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku rojeva sereke ya Tirkiyê aborî bê edaletî ye.

Îmamoglu eşkere kir ku ew bi mebest tevlîbûna pêşabngeha şêwekarê kurd Ahmet Guneştekîn hatiye û got: “Hêvîdar im ku ev gavên hunerî rûpelek din û pencereyeke nû ji bo Amedê vekin, ku ji ber sedemên cihêreng û di bûyerên cihêreng de, nemaze di van salên dawî de mixabin bi çend bûyerên neyînî behsa Amedê hate kirin. . Li welat pewîstî bi hiqûq û aştiyê heye. Bi hafizeyên kûr bibîranîna bajarê qedîm Amedê, hêvîdar im dê di warê hunerî de bibe cihê peyameke girîng.”

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu piştî civînê beşdarî merasima vekirina pêşengeha Ahmet Guneştekîn bû, êvarê dora saet 21.30î ji Amedê bo stenbolê vegeriya.

Serepeyv