Cotmeh 13, 2021 16:41 Asia/Tehran
  • Çavuşoglu jî gef şer û êrişê li kurdên Sûriyê xwar

Wezîre Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li ser êrişên dijî hêzên Tirkiyê û grupên çete yên bi ser wê ve Rûsya û Amerîka wek berpirsiyar dît. Wî herwiha di derbarê Herêmên Kurdî li Sûriyê de jî sînyala operasyonê da û got “Ji bo ku YPGê ji van herêman bê paqijkirin, çi ji destê me bê emê bikin.”

Çavuşoglubi di civîna çapemeniyê ya bi Wezîrê Dervê yê Nîkaraguayê re li Enqerê derbarê êrişên li ser hêzên Tirkiyê û grûpên çete yên ser bi wê ve Rûsya û Amerîkayê tometbar kir û got: “Di êrişên YPGê de berpirsyariya Rûsya û Amerîkayê jî heye. Ji bo ku YPGê ji van herêman bê paqijkirin, çi ji destê me bê em dê bikin. Ji ber ku Amerîka û Rûsyayê soza xwe bi cih neanîne, ya ku divê em bikin ev e ku em navika xwe bixwe bibirrînin.”

Serokkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan jî pêr (11.10.2021) di civîna kabîneyê de li dijî kurdên Sûriyê gef xwaribû û gotibû “Ew bi biryar in gefên ku ji Sûriyê tên ji holê rakin.”

Erdogan amaje bi operasyoneke leşkerî kiribû û wiha axivîbû “Derbarê hin cihên ku li Sûriyê li dijî welatê me bûne çavkaniya êrîşên terorê, êdî em nikarin xwe ragirin. Em bi biryar in, gefên ku ji van herêman derdikevin yan bi hêzên li wê derê re yan jî bi derfetên xwe ji holê rakin. Êrişa herî dawî ya li dijî polîsên me û tacîzên ku axa me dikin hedef, êdî sebra me nehiştiye. Ji bo ku van pirsgirêkan di zûtirîn dem de çareser bikin, em dê gavên pêwîst bavêjin.”

10ê Cotmeha 2021ê li navçeyên Operasyona Mertala Firatê û li nêzîkê bajarê Ezazê yê Sûriyê, 2 leşkerên taybet ên Tirkiyê hatin kuştin û 2 leşkerên din jî birîndar bûn.

Serepeyv