Cotmeh 11, 2021 09:58 Asia/Tehran
  • Rêberê Partiya Komarîxwaz a Gel a Tirkiyê (CHP): AKP dê here

Rêberê Partiya Komarîxwaz a Gel a Tirkiyê (CHP) wek partiya herî mezin a dijberê Erdoxan ragihand, Pergala serokatiyê gelek pirsgirêk jibo Tirkiyê pêk anîne û 6 partiyên dijber li ser guhertina pergala siyasî li welêt li hev kirine.

Li gorî rapora Tasnim Newsê, Kemal Kilîçdaroxlû, Rêberê Partiya Komarîxwaz a Gel a Tirkiyê (CHP) di hevpeyîvîna digel rojnameya Qerarê da, derbarê vê yekê ku Receb Teyib Erdoxan serokomarê Tirkiyê ragihandiye ku welatê wî dê tu wextî venegerre pergala Parlimanî, got: Tiştê ku em li dû wê ne tenê hilweşandina pergala serokatiyê û vegeriyana bo pergala parlimanî nîne, belkî em dixwazin xwedan "Pergaleke parlimanî ya xurtkirî" bin, bi vê wateyê ku parlimanê maf û desthilata pêwîst jibo çavdêriya li sser dewletê hebe.

Rêberê Partiya Komarîxwaz a Gel a Tirkiyê (CHP) got: Tirkiye di heyama pergala serokatiya niha yanî ji sala 2017anû pê va, bi awayekî berdewam tûşî pirsgirêkê bûye û pêka salên berê tûşî paşveçûn û daketineke dijwar bûye û gişt welatiyên Tirkiyê jî ji vê rewşê nerazî ne.

Serepeyv